Tirkiye

Li Şanliurfayê otobusa rêwiyan welgeriya û 30 kes birîndar bûn

Müslüm Etgü  | 03.09.2025 - Rojanekırın : 03.09.2025
Li Şanliurfayê otobusa rêwiyan welgeriya û 30 kes birîndar bûn

Şanlıurfa

Li Sirûca navçeya Şanliurfayê otobusa rêwiyan welgeriya û 30 kes birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a plaqe 65 BJ 321 ya Ş.A. (59) diajot, di Otorêya Tarsûs-Edene-Gazîentabê da li hêla Şanliurfa-Gazîentabê li nêzîkî averêya Sirûcê welgeriya.

Li ser îxbarê ekîbên polês, cendirme, tenduristî û îtfaiyeyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.

30 kesên di qezayê da birîndar bûn bi destê ekîbên tenduristiyê bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhestin.

Eşkere bû, otobusa rêwiyan ji Wanê diçû Hatayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın