Li Şanliurfayê Mizgefta Şikeftê ya dîrokî ya ku di nava tehtan da hatiye vedan li benda mêvanên xwe ye
Şanlıurfa
Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê Mizgefta Şikeftê ya dîrokî ya ku di nava latan da hatiye vedan piştî ku zêdetir ji nîveka sedsalê girtî ma, dîsa ji bo îbadetê vebû û li benda mêvanên xwe ye.
Mizgefta Şikeftê ya dîrokî ya li Taxa Cumhuriyetê, dîroka avakirina wê nayê zanîn, lê tê zanîn ku berê ji hêla Xiristiyanan va wekî dêr hatiye bikaranîn.
Avahiya ku piştî ku herêm ji aliyê Misilmanan va hate fetihkirin weke mizgeft dihat bikaranîn, demekê ji ber ku ji ban û dîwarên wê av diherikî, di sala 1964an da ji bo îbadetê hate girtin.
Mizgefta Şikeftê, ku bi qasî 56 salan girtî ma, piştî restorasyon û xemilandina peyzajê ya ku ji hêla Rêveberiya Herêmê ya Weqfan va hat kirin, di sala 2020an da ji nû va hate vekirin.
- "Erdhejê bandor li mizgefta me nekir"
Miftiyê Navçeyê Hanifî Ozlen ji bo nûçegihanê AAyê anî ziman ku nayê zanîn ev şikefta kengî û ji aliyê kê va hatiye vedan, dîroka wê vedigere beriya serdema Îslamê.
Ozlen bal kişand ser wê yekê ku erdheja 6ê sibata 2023yan bandor li mizgeftê nekiriye û got, "Bi rastî jî manewiyateke wê ya kûr heye. Dema ku ez jî weke miftî li vê derê hatim tayînkirin, pêşiyê min li vê derê pêşnimêjî kir. Ez vê derê pêşniyaz dikim, bila xelk bê serdanê. Di mizgeftên me yên din da ji ber erdhejê restorasyona wan heye lê vê mizgefta me, ji erdhejê zirar nedît."
- "Di mehên havînê da weke klîmayeke siruştî ye"
Îmam û Xetîbê Mizgefta Şikeftê Orçun Kizmaz jî anî ziman ku di mehên havînê da weke klîmayeke siruştî ye. Gelek welatî tên û li vê derê li ber hênikatiyê îbadetê xwe dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
