Tirkiye

Li Şanliurfayê minîbêsa paleyan welgeriya: Miriyek û 25 birîndar

Haydar Şahin  | 07.08.2020 - Rojanekırın : 08.08.2020
Li Şanliurfayê minîbêsa paleyan welgeriya: Miriyek û 25 birîndar

Şanlıurfa

Li Siwêreka navçeya Şanliurfayê minibêsa pale dibir û dianî welgeriya, di qezayê da kesek mir û 25 kes jî birîndar bûn.

Minîbêsa bi pîlaqeya 44 AAV 185 a Ramazan T. diajot li kîlomêtroya 20emîn ya rêbejaya Siwêrek-Hasirliyê welgeriya rexê rê.

Li ser îxbara gelê li herêmê gelek ambûlans sewqî herêmê kirin.

Di qezayê da 26 paleyên di wesayîtê da birîndar bûn.

Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrekê, Îbrahîm Kuçukê (15) birîndar ligel hemû midaxeleyan wefat kir.

Cinazeyê Kuçuk ji bo otopsiyê rakirin morgê, eqrebeyên paleyan li ser xeberê hatin nexweşxaneyê.

Hat îdiakirin ku ehliyetnameya ajokarê hat binçavkirin tunebûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın