Tirkiye

Li Şanliurfayê di çarçoveya alîkariyên remezanê da 400 pez ji malbatên hewcedar ra hatin dayîn

Rauf Maltaş  | 22.02.2026 - Rojanekırın : 22.02.2026
Li Şanliurfayê di çarçoveya alîkariyên remezanê da 400 pez ji malbatên hewcedar ra hatin dayîn Eyyübiye Belediyesi

Şanlıurfa

Li Şanliurfayê Şaredariya Eyyubiyeyê bi minasebeta meha remezanê ji bo dabînkirina pêdiviya goşt, alîkariya pez da 400 malbatî.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, di meha remezanê da xebatên alîkariyê yên ji bo êtîm, hewcedar, nexweş, extiyar û bêkesan didomin.

Di vê çarçoveyê da ji bo malbatên hewcedar ji xeynî 400 serî pezî, qoliyên xidayê, alîkariya neqdî û alîkariya alavên malê hatin dayîn.

Mehmet Kuşê Şaredarê Eyyubiyeyê ku di daxuyaniyê da cih dan nêrîna wî, bal kişand ku wan bi minasebeta meha remezanê, fealiyetên xwe zêdetir kirin.

Kuş bal kişand ku ew ê di tevahiya meha remezanê da 25 hezar qoliyên xidayê belav bikin û ji bo dabînkirina pêdiviya goşt a malbatên hewcedar, ew ê 400 serî pez û 2 hezar lîre pereyê serjêkirinê bidin û her wiha ew ê serê malbatê 5 kîlogram goştê mirîşkan û ji bo zarokan jî cilûberg û solên eydaniyê bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın