Tirkiye

Li Şanliurfayê çêkirina ji sedî 80ê xaniyên erdhejê yên li herêma gundewar temam bûn

Rauf Maltaş  | 04.11.2025 - Rojanekırın : 04.11.2025
Li Şanliurfayê çêkirina ji sedî 80ê xaniyên erdhejê yên li herêma gundewar temam bûn Rauf Maltaş

Şanlıurfa

ŞANLIURFA (AA) - Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak ragihand ku li herêma gundewar a bajêr a ku di erdhejên 6ê Sibata 2023an ên ku navenda wan Kahramanmaraş bû da bandor dît, çêkirina ji sedî 80ê xaniyan qediya.

Şildak di civîna çapemeniyê ya ku li Walîtiyê hat lidarxistin da axivî.

Şildak diyar kir ku piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an li seranserê bajêr çêkirina xaniyan bi lez dest pê kir.

Şildak anî ziman ku li navenda bajêr îhaleya 5 hezar û 231 xaniyan çêbûye û 2 hezar û 550 xanî jî hatine teslîmkirin.

Şildak got seferberiya çêkirina xaniyan bi lez û bez dewam dike û wiha axivî: "Hejmara kesên xwedî heq ên li herêma gundewar wekî 3 hezar û 495 hat diyarkirin. Me ji sedî 80ê xaniyên ku em li deverên gundewar çêdikin temam kir. Tê plankirin ku di demeke nêzîk da 1181 xaniyên din jî bên teslîmkirin. Hejmara kesên li xaniyên me yên gundewar da dijîn gihîştiye 794an. Em planan çêdikin ku heta dawiya salê xaniyên xwe temam bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın