Li Şanliurfayê baxçeyên hobiyê rastî eleqeyê tên
Şanlıurfa
Li Şanliurfayê komek welatiyên ku dixwazin ji xirecira bajêr dûr bikevin, ji Şaredariya Bajarê Mezin baxçeyên hobiyê kirê kirin û di nava axê da wextê xwe derbas dikin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê kesên ku dixwazin bi axê ra mijûl bibin, li navçeya Xelîliyeyê li ser 20 donim erazî baxçeyên hobiyê çêkirin û ev baxçe dibin pêgeha kesên ku dixwazin ji bajêr birevin.
Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidîn Beyazgul baxçeyê hobiyê ziyaret kir û li vê derê bi welatiyan ra axivî û di nava ber û berhemên wan da geriya.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.