Tirkiye

Li Şanliurfayê agirê ku bi fabirqeya tekstîlê ketibû, hat temirandin

Cebrail Caymaz, Rauf Maltaş  | 10.04.2024 - Rojanekırın : 11.04.2024
Li Şanliurfayê agirê ku bi fabirqeya tekstîlê ketibû, hat temirandin

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê agirê ku bi fabirqeya tekstîlê ket, bi midaxaleya ekîbên îtfaiyeyê hat temirandin.

Li Herêma Sanayiya Organîze ya 2yem ji ber sedema ku hê nediyar e, agir bi fabirqeyeke tekstîlê ket.

Li ser êxbarê gelek ekîbên îtfaiyeyê û ambulans şandin herêmê.

Agir di demeke kin da gur û zêde bû. 17 wesayîtên îtfaiyeyê û tankerên avê midaxaleyî şewatê kir.

Bi alîkariya makîneyên kar dîwarê fabirqeyê hat hilweşandin û midaxaleya şewatê lez û beztir bû.

Ekîbên îtfaiyeyê nêzî 4 saetan da agir temirand.

Dûyê ku ji agir rabû, ji gelek aliyên bajêr va hat dîtin.

Xwediyê fabirqeyê Abit Aslan ji nûçegihanê AAyê ra got, "Şikir ji Xwedê ra tiştek bi kesî nehat. Ji bo eydê wan destûr dabû karkeran."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın