Li Şanliurfayê 210 sike hatin bidestxistin
Şanlıurfa
Li Wêranşehira navçeya Şanliurfayê di operasyona berhemên dîrokî da şikbarek hat binçavkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr bi serkêşiya Serdozgeriya Komarê ya Wêranşehirê xebatek kirin û di malekê da berhemên dîrokî tesbît kirin.
Tîman di malê da 210 sikeyên zîv yên ji herêma Roma, Bîzans û Îslamê bi dest xistin.
Di operasyonê da kesek jî hat binçavkirin.