Tirkiye

Li Şanliurfayê dibistanên ku bi piştevaniya xêrxwazan hatibûn çêkirin dest bi perwerdeyê kirin

Salih Darıcı  | 17.09.2021 - Rojanekırın : 18.09.2021
Li Şanliurfayê dibistanên ku bi piştevaniya xêrxwazan hatibûn çêkirin dest bi perwerdeyê kirin

Şanlıurfa

 Li Bêrecûka navçeya Şanliurfayê 2 dibistanên navendî û pêşdibistanek ku bi piştevaniya xêrxwazan hatibûn çêkirin ji perwerdeyê hatin vekirin.

Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erin bi mebesta vekirina Dibistana Navendî ya Ruzkiye Çulcuoglu û Dibistana Navendî ya Mehmet Faiz Sözmen digel Pêşdibistana Turkan Çetîn li Cadeya Hastaneyê beşdarî merasimê bû.

Erîn di gotara xwe ya fi merasimê de destnîşan kir ku perwerde ji bo wan karekî giring e û ji bo pêgihandina nesla siberojê xebatê didin.

Erîn wiha pê de çû:

"Em wan alîkariyên ku di vê serdemê de bi serektiya cenabê Serokomarê me tên kirin dibînin. Lê dema me weke dewletê ev çêkirin, me hertim bangawazî dikirin. Mijara perwerdeyê ne tenê mijara mamostayan û Wezareta Perwerdeya Neteweyî ye. Ev mijar mijara hemî kesî ye."

Erîn ji bo piştevaniya wan spasiya Halil Oktay Çulcuoglu û Kasım Boler ên xêrxwaz kir.

Parlementera AK Partiyê ya Şanliurfayê Zemzem Gülender Açanal, Parlementerê CHPê yê Şanliurfayê Aziz Aydinlik, Şaredarê Bêrecûkê Mahmut Mirkelam, Rêveberê Perwerdeya Neteweyî yê Wîlayetê Fevzi Kurt, Serokwîlayetê AK Partiyê Abdurrahman Kirikçi û komelek welatî beşdarî merasima vekirinê bûn.

Merasim piştî xwendina helbestan, nimayişa folklorî û gotina sitrana ji aliyê ekîba şeva sirayê ve, qediya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın