Li Şanliurfayê Xana Barutçuyê ya dîrokî ku di erdhejê da xesar hilda, tê restorekirin

Şanlıurfa
Li Şanliurfayê di Xana Barutçuyê ya dîrokî da ku di erdhejên 6ê Sibata 2023yan da xesareke giran hilda, xebatên restorasyonê dan destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, li Tirkiyeyê xanên ku mînanî Xana Barutçuyê hatine çêkirin, tenê li Stenbol, Bursa û Şanliurfayê hene. Piştî erdhejên Kahramanmaraşê ji bo ku xan hê zêdetir zirarê nebîne, tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin û hat parastin.
Di çarçoveya xebatên restorasyonê da xet û xemlên xanê yên dîrokî wê werin parastin.
Tê plankirin ku xan ne tenê wekî berhema dîrokî bimîne, di heman demê da wekî navenda cazîbeya civakî, çandî û turîstîk were xebitandin.
Qismekî qata binî û qata ser jî bi temamî bi rewaqan hatiye çêkirin, dîwarên xanê bi kevirên birî û daran va hatiye avakirin.