Tirkiye

Li Şanliurfayê wesayît û motorek li hev qelibîn, 5 kes birîndar bûn

Cuma Sarı  | 16.11.2025 - Rojanekırın : 16.11.2025
Li Şanliurfayê wesayît û motorek li hev qelibîn, 5 kes birîndar bûn Cuma Sarı

Şanlıurfa

ŞANLIURFA (AA) - Li Sîwêrega navçeya Şanliurfayê wesayît û motorek li hev qelibîn, 5 kes birîndar bûn.

Wesayîta ku şofêrê wê Kamîl Gul û plaqeya wê 63 ACU 381 e li ser rêya Sîwêreg-Qerejdaxê li nêzîkî Taxa Çavuşluyê bi motora ku şofêrê wê Ahmet Koroglu û plaqeya wê 63 KT 925 e qelibî.

Di qezayê da şofêrê wesayîtê û Hîdayet, Heva, Guler Gul û Osman Aygun birîndar bûn.

Li ser cawdayînê cendirme û ekîbên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîwêregê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın