Li Şanliurfayê ji wesayîtekê gule hat agirkirin û 2 polês birîndar bûn

Şanlıurfa
Li Şanliurfayê ji wesayîtekê gule hat agirkirin û 2 polês birîndar bûn.
Ekîbên Buroya Exlaqê ya Midûriyeta Şaxa Esayîşê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li ser îxbarekê maleke li Kolana Açiksuyê ya li Devteştiya taxa Xelîliyeya navçeya navend hildan teqîbatê.
Di vê demê da wesayîteke ji kolanê ra derbas dibû gulê berî polêsan da û 2 polês birîndar bûn.
Polêsên birîndar bi wesayîta ekîbê rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Balixgolê.
Abdullah Erînê Waliyê Şanliurfayê çû nexweşxaneyê û der heqê rewşa polêsên birîndar da agahî sitand.
Hat ragihandin ku rewşa polêsên birîndar baş e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.