Li Şanliurfayê du otomobîl li hev qelibîn, 8 kes birîndar bûn
Şanlıurfa
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê da 2 jê zarok, 8 kes birîndar bûn.
Otomobîla plaqe 34 PE 5009 ya Ali Demir (27) diajot û otomobîla plaqe 63 ADG 348 ya Hasan Az (60) diajot li nêzîkî Taxa Karacadagê li hev qelibîn.
Di qezayê da tevî ajokaran Maaruf Demir (61), Baran Îrî (17), Meryem Îrî (52), Abdullah Îrî (13), Azîze Az (60) û Gazal Az (22) birîndar bûn.
Li ser îxbara kesên li derdorê, ekîbên tenduristî û cendirmeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
