Li Şanliurfayê dîwarê îstinadê yê sîteyê tep bû û di 4 daîreyan da xesar çêbû
Şanlıurfa
Li Karakopruya navçeya Şanliurfayê, dîwarê îstinadê yê sîteyeyekê tep bû û di encamê da di 4 daîreyan da xesar çêbû.
Li Taxa Esentepeyê di sîteyeke 3 bloqî da ya ku înşeata wê kurtedemek berê temam bû, dîwarê îstinadê ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, tep bû.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye, polês û AFADê hatin sewqkirin.
Ji ber hilweşîna dîwêr, zirar gihîşt 4 daîreyên qatên binî. Di bûyerê da tiştek bi kesî nehat û li dewrûbera sîteyê tedbîra ewlehiyê hat sitandin û her wiha şêniyên avahiyan wek tedbîr hatin texliyekirin.
Ekîban bi makîneyên kar xebata rakirina dîwarê tepbûyî, da destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
