Li Şanliurfayê avakirina 2 hezar û 738 xaniyan temam bû

Ankara
Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê li Karakopruya navçeya Şanliurfayê ku erdhejên 6ê sibatê yên navend Kahramanmaraş, bandor lê kiribû, avakirina 2 hezar û 738 xaniyan temam bû.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Serokatiya Îdareya Xaniyên bi Komî (TOKÎ) xebatên xwe yên li Karakopruya navçeya Şanliurfayê qedandin.
Di projeya ku di vê çarçoveyê da ji 2 hezar û 738 xaniyî pêk tê, êdî welatî li xaniyên xwe bi cih dibin.
Li tenişta xaniyan li wê herêmê 2 mizgeft, dibistanek û 8 yekeyên bazirganiyê jî hatin avakirin.
Wezîr Murat Kurum dîmenên welatiyên ku mala xwe barkirin xaniyên navborî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.
Wezîr Kurum bal kişand ser gotinên xwediya maf Ayşe Elmanê ku gotibû "Heke ji derve 10 daîreya bidin min jî, ez dîsa ji vir dernakevim," û ev peyam da: "Navê vê temînatê TOKÎ ye. Li Şanliurfayê li Karakopruyê, li 2 hezar û 738 xaniyan jiyan ji nû ve dest pê kiriye. Bi hev re ji bo siberojek xurt."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.