Li Sêrtê 5 kesên ku piçek mabû biqefilin hatin xelaskirin

Siirt
Li Perwariya navçeya Sêrtê berf zêde barî û texsiya malbatekê di berf û bagerê da mehsûr ma û ji heman malbatê 5 kesan ku 2 jê astengdar in, piçek mabû biqefilin, lê hatin xelaskirin.
Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr, texsiya ku Mehmet Ulaş diajot, ji gundê Belenolukê diçû navçeyê, lê di rê da berf û bagerê gur kir û texsî mehsûr ma.
Li ser cabdayînê ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr sewqî herêmê kirin û ji bo xelaskirina şofêr, Huseyîn Bahadir û Nîgar û zarokên wan ên astengdar Sedat û Firat Ayhan ku piçek mabûn biqefilin, xebat da destpêkirin.
Ekîban rê vekir û Ulaşê şofêr û malbata Ayhan xelas kirin û ew nêzî gund teslîmî ambulansê kirin.
Ekîb ji bo vekirina rêyên herêmê dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.