Tirkiye

Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê agir bi pûş û pelaşan ket û ji bo temirandinê midaxele tê kirin

Bestami Bodruk  | 22.09.2025 - Rojanekırın : 22.09.2025
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê agir bi pûş û pelaşan ket û ji bo temirandinê midaxele tê kirin Diyarbakır Orman İşletme Müdürlüğü

Diyarbakir

Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê agir bi pûş û pelaşan ket û ji bo temirandina şewatê ji hewa û bejayê va midaxele tê kirin.

Li texma gundê Eskîocakê yê li gundewarê Sîlvanê ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, agir bi pûş û pelaşan ket.

Li ser êxbarê ekîbên Midûriya Dezgeha Daristanê, cendirme, AFAD, Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ekîbên îtfaiyeyê yên şaredariyên navçeyên Sîlvan, Qulp û Hezroyê, ekîbên Rêbeja û ambulans sewqî herêmê kirin.

155 personel bi nêzî 43 wesayîtan va dixebitin ku agir bitemirînin.

Agir bi bayê ra belayî qadeke berfireh bû û ji bo ku agir were temirandin du firoke jî ji hewa va avê dikişînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın