Li Sêwasê di kana komirê da teqîn çêbû û kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Sivas
Li Zaraya navçeya Sêwasê di kana komirê da teqîn çêbû û di encamê da kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li Mezraya Yanikê ya gundê Kardereyê yê li ser navçeyê, di kana komirê ya vekirî da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn, teqîn çêbû.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristî, AFAD û cendirmeyê bo cihê bûyerê hatin verêkirin.
Ji ber teqînê kesek li cihê bûyerê mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhestin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.