Tirkiye

Li Sêrtê kana madenê hilweşiya: 3 mirî û 2 birîndar

Fecri Barlık, Mehmet Niyazi Deniz  | 23.11.2023 - Rojanekırın : 24.11.2023
Li Sêrtê kana madenê hilweşiya: 3 mirî û 2 birîndar

Siirt

 Li Şîrvana navçeya Sêrtê kana madenê hilweşiya, di bûyerê da 3 karker mirin û 2 karker jî birîndar bûn.

Li kana sifirê ya li gundê Madenê ji ber sedemeke nediyar hezaz çêbû.

Li ser cawdayînê cendirme, ekibên AFAD, agirkuj û Tenduristiya Acil ya 112yê hatin cihê bûyerê.

Ji bo ku karker bên xelaskirin xebat hat destpêkirin.

Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di kana Etî Bakirê da şev di saet 01,25an da hezaz çêbûye û wiha axivî: "5 hevalên me di binê hezazê da mane. Ji wan 2 kes bi birînên sivîk birîndar bûne, lê mixabin 3 birayên me wefat kirine."

Kizilkaya got rehma Xwedê li miriyan be û Xwedê şifayê bide birîndaran.

Walî Kizilkaya anî ziman ku tevdîrên hewce dikin hatine dîtin û di kanê da rewşeke bi talûke tuneye.

Ekîban birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Hat ragihandin yên di hezazê da mirine Zekayî Can Çalikê (32) li ser nifûsa Gîresunê qeydkirî, Orhan Gultekînê (26) li ser nifûsa Sêrtê qeydkirî û Emre Gokdumanê (24) li ser nifûsa Îzmirê qeydkirî ne.

- 3 kes hatin binçavkirin

Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.

Li ser lêpirsînê Y.K, A.T. û D.A hatin binçavkirin.

Karê şikbaran li fermandariya cendirmeyan dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın