Li rojhilatê welêt sir û serma bi bandor e
Erzurum
Li parêzgehên Erzirom, Erdexan, Agirî û Qersê sir û serma û her wiha mij û xumam bandora xwe nîşan dide.
Li Erziromê bi tesîra sermayê kuçe û kolan qerimîn.
Li bajêr welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyan nixumandin ku necemidin. Her wisa şadirwanên hin mizgeftan jî qerisîn.
Li bajêr serê sibehê mij û xumamê tesîra xwe nîşan da, baniyan şembelîk girt.
- Erdexan
Li Erdexanê jî serma û mij tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajêr dar û belgan qiravî girt.
Li vir jî welatiyan wesayîtên xwe bi betaniyan nixumandin ku necemidin.
- Agirî
Li Agiriyê ev du roj in serma heye û mij dikeve.
Li bajêr li ser rêbejaya Agirî-Îran, Agirî-Erzirom û Agirî-Wanê ji ber mija zêde, ajokaran zehmetî kişand.
Dîsa rûyê çem û avan qerisî, dar û camên kargehan cemed girt.
Ajokar Faruk Bozova diyar kir, ew ji Adiyemanê hat û hewa pir sar e.
Bozova destnîşan kir ku ji ber mijê wî di rê da pir zehmetî kişand û wiha dewam kir, "Hewa zehf sar e, li her derê mij heye. Ez sermayeke wiha nû dibînim. Duh bi şev mesafeya dîtinê 5 metre bû."
- Qers
Li Qersê jî sir û sermayê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber sir û seqemê baniyên avahiyan şembelîk girt û qiraviyê avêt dar û nebatan.
Li gundan piştî barîna berfê, zarokan ji ciyên bilind xwe xizekan va şiqitand.