Tirkiye

Li rojhilatê welêt rêya 268 gundên 4 bajaran hat girtin

Haydar Şahin  | 16.01.2021 - Rojanekırın : 17.01.2021
Li rojhilatê welêt rêya 268 gundên 4 bajaran hat girtin

Van

 Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariyê ji ber berf û bagerê rêya 268 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji ber rewşa hewayê rêya 11 gundên Baxçesarayê, 11 gundên Başqeleyê, 15 gundên Çataxê, 15 gundên Gurpinarê bi tevahî rêya 52 gundan hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Ji ber berf û bagerê rêya 84 gundên Mûşê, 50 gundên Bidlîsê û 82 gundên Hekariyê hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Wekî mayîn li van bajaran ekîbên şaredariyan li navenda bajaran xebatên paqijkirina berfê û xoykirina rêyan dimeşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın