Tirkiye

Li rojhilatê welêt hewaya sar

Ji bo Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê hişyariya cemedê hat dayîn

Haydar Şahin  | 07.12.2019 - Rojanekırın : 08.12.2019
Li rojhilatê welêt hewaya sar

Erzurum

 Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da 11 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin.

Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin li herêmê hewayê ewrsayî be, bi şev û ber destê sibê cemedê çêbe, mijê bikeve û pukê rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Îdirê 2, li Erzincan û Erziromê di binê sifirê da 3, li Qers û Agiriyê di binê sifirê da 5, li Erdexanê di binê sifirê da 11 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 5, li Erzincanê 4, li Qersê 2, li Erzirom û Agiriyê 1, li Erdexanê di binê sifirê da 2 pile bibe.

Qalindahiya berfa barî li Erziromê 12, li Agiriyê 7, li Erdexanê jî 5, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 59 santêm hat pîvandin.

Di daxuyaniya midûriyetê da ji bo Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê hişyariya cemedê hat dayîn û ji welatiyan hat xwestin ku bira tevdîrên xwe hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.