Tirkiye

Li Rojhilatê ji ber astengên derketina derva bêdengî heye

Haydar Şahin  | 20.02.2021 - Rojanekırın : 21.02.2021
Li Rojhilatê ji ber astengên derketina derva bêdengî heye

Erzurum

 Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber qedexeya derketina derva ya di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da hat îlankirin vik û vala ma.

Li gor giştînameya Wezareta Karên Navxweyî ya ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê hatibû weşandin qedexeya ku ji duh saet 21.00ê pê va kete rewacê û ew ê hetanî saet 05.00ê 22yê sibatê roja duşemê dewam bike li Erzirom, Erzincan, Qers, Tuncelî, Agirî, Erdexan û Îdirê welatî li malên xwe bimînin.

Kolan û kuçeyên bajaran vik û vala man, hêzên ewlekariyê li ketin û derketina bajaran û kolanan kontrolên xwe domandin.

Ekîbên polêsan nasname û belgeyên kesên gotin ku wezîfedar in kontrol kirin û destûr dan çûyîn û hatina wan.

Li bajarên herêmê ji ber qedexeyê trafîka wesayîtan dakete asta herî kêm.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.