Li rojhilatê Feratê eskerên Tirkiye û Rûsyayê derketin dewriyeya sêyemîn
Hêzên Tirkiye û Rûsyayê li Sûriyeyê li rojhilatê Feratê di navbera Qamişlo û Dêrikê da ji bejayê va derketin dewriyeyê.
Şırnak
Ji ber mutabaqata Soçiyê eskerên Tirkiye û Rûsyayê ji bejayê va li Sûriyeyê li rojhilatê Feratê dest bi dewriyeya hevbeş ya sêyemîn kirin.
Konvoya Hêzên Artêşa Tirkiyeyê ku ji 4 wesaîtên bizirx pêk tê ji texma Alakamişa gundê Îdila (Hezex) navçeya Şirnexê ji bona dewriyeya hevbeş ji sînor derbas bû û gihîşt konvoya eskerî ya Rûsyayê.
Hêzên Tirkiye û Rûsyayê li Sûriyeyê li rojhilatê Feratê di navbera Qamişlo û Dêrikê da ji bejayê va derketin dewriyeyê û di dewriyeyê da teyareyên bêmirov jî tên emilandin.
Bi dewriyeya sêyemîn eskerên Tirkiyeyê cara ewil derbasî rojhilatê Qamişloyê bûn û bi eskerên Rûsyayê ra dewriyeyê dikin.
Gelek nûçegihan û rojnamevan jî ji ser sînor geşedanan teqîb dikin.
Ji ber mutabaqata Soçiyê eskerên Tirkiye û Rûsyayê ji bejayê va dewriyeya ewil 1ê Mijdarê 40 kîlomêtro li rojhilatê Resuleynê û 30 kîlomêtro li rojavayê Qamişloyê û dewriyeya duyemîn jî 5ê Mijdarê di navbera rojhilatê Eynelerebê (Kobanî) û rojavayê Til Ebyadê (Girê Sipî) da kiribûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.