Tirkiye

Li Rojhilatê berf him zehmetiyê û him jî xweşikiyê tîne

Berfa li Erzirom û Qersê barî her çiqas jiyana welatiyan asteng bike jî, dîmenên xweş jî derdixe holê

Türkan Tosun  | 18.12.2018 - Rojanekırın : 19.12.2018
Li Rojhilatê berf him zehmetiyê û him jî xweşikiyê tîne

Erzurum

ERZURUM/KARS 

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û hewaya sar ji aliyekî va tesîreke nebaş li ser jiyana welatiyan dike, li aliyê din jî dîmenên xweş derdixe holê.

Berfa ku li cihên bilind dibare, şev û serê sibê cihê xwe ji hewaya sar ra hîşt.

Li Erziromê ji ber berfê her der bi rengê spî xemilî, germahiya hewayê jî bişev di bin sifirê da dakete 4 pileyan.

- Kaniyan qeşa girt, cembelîkên dirêj çêbûn

Li bajêr hin kaniyan qeşa girt, li banê avahiyan û li ser daran cembelîkên dirêj çêbûn, ji ber qeşa û cemeda rêyan welatiyan zehmetî kişandin.

Li Navenda Şiqitandinê ya Palandokenê berf û cemedê dîmenên xweş derxistin holê, nûçegihanên AAyê bi dronê va ev dîmen kişandin.

Welatî Yunus Gunay ji nûçegihanê AAyê ra got li Erziromê zivistan çetin derbas dibe, lê welatî hînî berf û sermayê bûne.

Gunay wiha axivî: "Piştî demekê êdî hûn hînî vir û hewaya sar dibin. Zivistana Erziromê jî xweş e, havîna wê jî."

- "Zivistanê xwedîkirina heywanan zehmet e"

Li Çengîllî û Akgorena gundên Qaxizmana navçeya Qersê jî ka û êmê heywanan di bin berfê da man.

Welatiyan bi zehmetî ka ji bin berfê derxistin û dan heywanên xwe.

Çetîn Aydinê ji Qersê jî got zivistanê karê wan zehmet e û wiha axivî: "Zivistanê xwedîkirina heywanan zehmet e. Em ji binê berfê ka û loda giha derdixin didin pezên xwe."

Li Qersê jî ji ber berfê dar spî bûn û dîmenên xwe yên xweşik nîşan dan.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın