Li Rojhilatê Anadoluyê ji bo 4 parêzgehan hişyariya taviyê
Li Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê tavî dê were
Erzurum
Ji bo 4 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be.
Li herêma ku germahî dê di asta pileyên demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm û car carî jî nîveqewî rabe.
Li herêmê li parêzgehên Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê taviya birqetav dê were.
Li herêmê bi şev pileya herî nizim a germahiya li Qersê 5, li Agiriyê 7, li Erdexanê 8, li Erziromê 9, li Erzinganê 13 û li Îdirê jî 17 pile hat pîvan.
Herwiha li herêmê nava rojê jî tê pêşbînîkirin ku germahî dê li Îdirê 29, li Erzinganê 27, li Agiriyê 25, li Erzirom û Qersê 24 û li Erdexanê jî 23 pile be.