Li Rojhilata Anadoluyê robar, çem û şadirwan ji sermana qerimîn

Erzurum
Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê sir û seqem û mijê jiyan kir tengasiyê.
Li Erziromê kuçe û kolanan qeşa kişand, li ser daran qiravî çêbû.
Li bajêr wesayît bi betaniyan hatin pêçan, şadirvanên hin mizgeftan cemed girt. Bi baniyên avahiyan va şembelîk çêbûn.
Serê sibehê jî li aliyê bakurê bajêr mij çêbû û şofêran tengasî kişand.
- Agirî
Li Agiriyê jî bi şev mij çêbû û heta serê sibê zêde bû.
Ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran tengasî kişand.
Di sir û seqemê da bi baniyên avahiyan va şembelîk çêbûn, rûyê hin robar û çeman qerimî.
- Erdexan
Li Erdexanê jî serê sibehê li herêma Çemê Kurayê mij çêbû.
Qismekî çem jî ji ber sermayê qerimî û dar û berên dorê qiravî girt.
Camên wesayîtan qeşa kişand û welatiyan wesayîtên xwe bi betanî û brandeyan pêçan.
Fermandariya Cendirmeya Bajêr xwarin da heywanên çolê.
- Qers
Li Qersê jî dar û ber û camên wesayîtan qiravî girt, hin kesan wesayîtên xwe bi betaniyan pêçan.
Li ser rêya Qers û Aniyê, li quntarê Çiyayê Yahniyê roviyên ku li xwarinê digerin, hatin dîtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.