Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat Leyletul Qedr bi diayan hat îdrakkirin
Diyarbakir
Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li parêzgehên Diyarbekir, Batman, Sêrt, Şirnex, Bîngol, Mêrdîn, Gazîentab û Şanliurfayê bi minasebeta Leyletul Qedrê li mizgeftan bernameya qendîlê hat lidarxistin.
Li Diyarbekirê li Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê ji hêla Miftîtiya Parêzgehê bernameya qendîlê hat lidarxistin. Bi minasebeta qendîlê, welatiyan nimêj kir û her wiha dia kir.
Di bernameyê da her wiha mewlûd hat xwendin û îlahiyên bi Tirkî û Kurdî hatin gotin.
- Batman
Li Batmanê bi minasebeta Leyletul Qedrê li mizgeftên bajêr bername hatin lidarxistin.
Ji hêla Miftîtiya Parêzgehê li Mizgefta Kuliyeya Necat Nasiroglu piştî nimêja eşayê, bername hat lidarxistin û bernameyê bi tîlaweya Qur'ana Kerîm dest pê kir.
Miftiyê Parêzgehê Ahmet Durmuş qala mane û giringiya Leyletul Qedrê kir. Her wiha piştî xwendina mewlûd û îlahiyan, dia hatin kirin.
- Mêrdîn
Li Mêrdînê jî welatî bi minasebeta Leyletul Qedrê çûn Mizgefta Şakir Nuhoglu ya li navçeya navendê Artukluyê.
Li vir di bernameya qendîlê da piştî tîlaweya Qur'ana Kerîm, mewlûd hat xwendin, îlahî hatin gotin û dia hatin kirin.
Miftiyê Parêzgehê Enver Turkmen der heqê meha remezanê û Leyletul Qedrê da weaz da.
- Sêrt, Şirnex û Bîngol
Her wiha bi heman rengî li Sêrt, Şirnex û Bîngolê jî bernameya qendîlê hat lidarxistin. Bernameya li Sêrtê li Mizgefta Hecî Fehtî Serîn, li Şirnexê li Mizgefta Mezin a TOKÎyê ya li Taxa Îsmet Paşa û li Bîngolê jî li Mizgefta Îsfahan Bey a dîrokî hatin lidarxistin. Di van bernameyan da jî piştî tîlaweya Qur'ana Kerîm, mewlûd hat xwendin, îlahî hatin gotin û dia hatin kirin.
- Gazîentab û Şanliurfa
Li Gazîentabê jî bi minasebeta Leyletul Qedrê li navçeya Şehîtkamîlê li Mizgefta Ali Kilçik bernameya qendîlê hat lidarxistin. Welatiyên bi vê minasebetê hatin mizgeftê, Qur'ana Kerîm xwendin, dia kirin û weaz guhdarî kirin.
Li Şanliurfayê jî bi minasebeta qendîlê welatiyan berê xwe da Binkeya Gola Masiyan û li mizgeftên li binkeyê nimêj kirin, Qur'ana Kerîm xwendin û dia kirin.
