Tirkiye

Li rojhilatê welêt piştî berfê sir û sermayê dest pê kir

Günay Nuh, Muhammet Mutaf, Hüseyin Yıldız, Abdullah Söylemez, Cüneyt Çelik, Sidar Can Eren  | 20.01.2022 - Rojanekırın : 20.01.2022
Li rojhilatê welêt piştî berfê sir û sermayê dest pê kir

Erzurum

Li Erzirom, Îdir, Erdexan, Agirî, Qers û Tunceliyê piştî barîna berfê sir û sermayê dest pê kir.

Li Erziromê piştî berfa du rojan barî sermayê dest pê kir. Li bajarê bi berfê çîl û sipî bûye camên wesayîtan qeşa girtin, li banê xaniyan cembelîk çêbûn.

Ajokaran li rêyên cemidî tengasî kişand, ekîbên şaredariyê jî xoy li rê reşandin.

- Îdir

Li Îdirê berfa hetanî duh bi şev barî bajar çîl û sipî kir.

Li bajêr qalindahiya berfê gihîşt 10 santêmî, ekîbên şaredariyê ji bo paqijkirina berfê dest bi xebatan kirin.

Welatiyan berfa li pêşiya avahiyên xwe paqij kirin, hin kesan çil û betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê mihefeze bikin.

- Erdexan

Li Erdexanê ji ber sir û sermayê rê û peyarê cemidîn.

Ekîbên şaredarî, rêbeja û Îdareya Taybet a Bajêr xebatên paqijkirina berfê dimeşînin.

- Agirî

Li Agiriyê piştî berfê serma dewam dike, ekîb xebatên paqijkirina berfê didomînin.

Wekî mayîn Gêdûkê Tendurekê yê di navbera Bazîda Agiriyê û Çaldirana Wanê da ji ber berf û bagerê hat girtin, gelek tir di rê da man.

Dildarên Hîva Sor a Tirkan xwarin li ajokaran belav kirin.

- Qers

Li Qersê berfa 3 roj e dibare û serma ji bo welatiyan dibe tengasî. Qalindahiya berfê derket 15 santêmî û ekîbên şaredariyê berfê paqij dikin.

Ekîbên Midûriyeta Herêma 18an a Rêbejayê û yên îdareya taybet a bajêr li herêmên xwe berfê paqij dikin.

- Tuncelî

Li Tunceliyê jî piştî barîna berfê rê û peyarêyên li bajêr cemidîn.

Welatî ji ber cemedê bi zehmetî diçin û tên.

Ekîbên şaredariyê rê û dirban paqij dikin, xoyê direşînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.