
Van
VAN
Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê hewa sar e.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji ber berf û bagera li hêlên bilind rêya 2 wargehan hat girtin.
Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.
Li Ozalp û Çaldiranê germahiya hewayê dakete di binê sifirê da 20 pileyî.
Ji ber sir û sermayê qirayî ket, mij rabû û mesafeya dîtinê gelekî kêm bû.
- Mûş
Li Mûşê piştî barîna berfê hewa zehf sar bû û rûyê Çemê Qeresuyê cemed girt.
Li çemê rûyê wê bi tevahî cemidî dîmenên xweşik derketin holê.
Ji ber mija li rêbejaya Mûş-Bidlîsê ket mesafeya dîtinê gelekî kêm bû, di çûyîn hatinê da kêmasî çêbû.
- Hişyariya ji bo cemedê
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat gotin ku hewayê ewrsayî be dibe ku berdestê sibê û bi şev erd bicemide, mij bikeve û pûk rabe. Tê texmînkirin ku carcaran berfê bibare.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.