Tirkiye

Li Rihayê otomobîlê teqle avêt: miriyek, 3 birîndar

Önder Beyter  | 01.08.2020 - Rojanekırın : 02.08.2020
Li Rihayê otomobîlê teqle avêt: miriyek, 3 birîndar

Şanlıurfa

Li Xelfetiya navçeya Rihayê, otomobîla ku serî ji ajokar sitand, teqle avêt. Di encamê da kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku ajokara wê Mukaddes Akyol (33) û plaqeya wê jî 42 BUM 80 ye, li 3yemîn kîlometreya rêbejaya Xelfetî-Rihayê serî ji ajokar sitand û teqle avêt.

Di encamê da ajokar Akyolê li ciyê bûyerê mir, Davut Akyol (35), Bilal Mert Akyol (11) û Emir Akyol (5) ku birîndar bûn jî bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê li Xelfetiyê hatin veguhestin.

Piştî midaxeleya li vê derê birîndar Emir Akyol rakirin Rihayê, Davut û Bilal Akyol jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê li Bîrecîkê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın