ŞANLIURFA
Li navçeya Harranê duh êvarê bahoz rabû û banê hin kargeh û malan avêt.
Li gorî agahiyan bahoza ku duh bi şev dest pê kir, zirar da derdorê. Li taxa Çomlekçiyê di banê dibistana prefabrîk ya ku ji 12 polan pêk tê de xisar çêbû. Her wiha ji ber bahozê erdên çandî jî zirar dît. Qaymeqamê Harranê Muhammet Selamî Yazici daxuyanî da û got ku li navçeyê dest bi xebatên tesbîtkirina xisarê kirin.