Li Qers û Îdirê rêya 20 gundan girtî ye
Li Qers û Îdirê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 20 gundan hat girtin.
Kars
Li Qers û Îdirê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 20 gundan hat girtin.
Li Qersê piştî barîna berfê, nexasim li ciyên bilind ji ber bagerê rê hatin girtin.
Ji ber şertên neyînî yên hewayê li navçeya Akyakayê 3, li navçeya Arpaçayê 8 û li Sariqamûşê jî rêya gundekî hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin.
- Îdir
Li Îdirê jî li ciyên bilind ên navçeya Tuzlucayê ji ber berf û bagerê rêya 8 gundan hat girtin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyên girtî xebat dan destpêkirin.