Li Qers û Erdexanê berf dibare
Kars
Li Qers û Erdexanê berf dibare.
Li Qersê bişev baran barî û paşê vegerande berfê. Berfê navenda bajêr spî kir.
Ekîbên Şaredariya Qersê xebat dan destpêkirin.
Li navçeya Sarîqamişê jî berf hê dibare.
Qalindahiya berfê li navenda navçeyê 10, li pîstên etaba duyem a Navenda Xweşiqitandinê ya Sarîqamişê 15 santêm hat pîvan. Ekîbên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejan xebata verotina berfê û reşandina xoyê dike.
Welatiyan jî berfa ser wesayîtên xwe paqij kir.
Şofêrê texsiyê Celal Gok got, "Berfê serê sibehê dayê, înşeallah wê dewam bike."
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf dibare.
Deverên bilind ên bajêr bi berfê spî bûn.
Zozanên navbera Erdexan û Artvînê di binê berfê da man.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
