Li Qers û Erdexanê berf dibare û hewa sar e
Kars
Li Qers û Erdexanê berf dibare û hewaya sar dewam dike.
Li Qersê ji ber berfa ku dem demî dibare, wesayît û dar bi berfê nixûmîn.
Li navenda bajêr qalindahiya berfê cî bi cî mêtroyekê derbas dike.
Ekîbên şaredariyê berfa li ser rê û peyarêyan paqij dikin.
Hin welatiyan jî berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
Mekanên dîrokî yên bi berfê nixûmîne dîmenên xweş derxistin holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî piştî berfê hewa sar bû, li banê xaniyan şembelûk çêbûn û paceyên wesayîtan jî qeşa girt.
Hin welatiyan branda avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Ji ber berf û bagerê golên biçûk qerisîn, wesayît û mal bi berfê nixûmîn.
Daristanên sariçamê yên ku çîlspî bûn jî dîmenên xweş derxistin holê.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Piştî berfa ku di rojên dawîn da dibare hewa sar bû.
Ji ber sermayê li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû, wesayît bi zehmetî çûn û hatin.
Li bajêr germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 7 pile hat pîvan.
Li ser banê xaniyan şembelûk çêbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
