Li Qers û Erdexanê sir û seqem dewam dike
Kars
Li Qers û Erdexanê sir û serma tengasiyê dide kişandin.
Li Qersê germa hewayê 14 pile ket binê sifirê, dar û beran qiravî girt, rûyê hin gol û robaran cemed girt.
Li navçeya Sarîqamişê jî di sir û sermayê da dar û nebatan qeşa girt, bi baniyên avahiyan va şembelîlk daliqiyan. Camên xanî, kargeh û wesayîtan qeşa kişandin.
Welatî ji bo ku ji sermayê biparêzin betanî li wesayîtên xwe wer kirin.
Ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Sarîqamişê li navenda sûkê şembelîlkên xaniyên ser kolanên sereke paqij kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Di sir û seqema ku bişev 13 pile ket binê sifirê da cemed çêbû.
Deverên bilind ên bajêr di binê berfê da man.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
