Hüseyin Demirci
05 Gulan 2024•Rojanekirin: 05 Gulan 2024
KARS (AA) - Li Sariqamîşa navçeya Qersê zîpikê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Taviya baranê ya ku serê sibehê dest pê kir û binavber dewam kir, ber bi nîvro vegerand zîpikê.
Zîpika ku qedera 15 deqîqeyan barî, kuçe û kolan spî kirin.
Hin welatiyan ser wesayîtên xwe nixumandin ku zîpik zirarê nedê.
Bi barîna zîpikê ra kulîlkên gulanê û her wiha çêre û çîmen di bin hebên zîpikê da man.