Li Qersê xebata ekîban a paqijkirina berfê dewam dike
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê xebata ekîban a paqijkirina berfê dewam dike.
Li Parka Milet ya Harun Hayalî qada lîstikê û alavên werzîşê bi berfê nixûmî disekinin, li hin deverên Taxa Înonuyê jî qalindiya berfê ji mêtroyekê derbas dibe.
Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê berfa li ser kolanan paqij dikin û dibin dervayî bajêr.
Ji welatiyan Erol Gok daxuyand ku zivistana îsal dijwar derbas bû û wiha got: "Îro 1ê Nîsanê ye û li parka me ya milet ji mêtroyekê zêdetir berf heye. Şaredariya me li kuçe û kolanan xebatên paqijkirin û rakirina berfê dike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
