Tirkiye

Li Qersê pîvokên hêşîn ên biharê xwezayê dixemilînin

İsmail Kaplan  | 01.05.2021 - Rojanekırın : 07.05.2021
Li Qersê pîvokên hêşîn ên biharê xwezayê dixemilînin

Kars

 Li Dîgora navçeya Qersê pîvokên hêşîn ên biharê xweza xemiland.

Li navçeyê piştî zivistaneke dûr û dirêj, germahiya hewayê derket ser asta demsalê û xweza bi rengên biharê xemilî.

Pîvokên hêşîn ên ku navê wê yê zanistî "scilla siberica" ye û li deştan vekirin, di nava rengê kesk ê xwezayê da sipehî dixuyên.

Welatî Huseyîn Can Aktaş diyar kir ku ew li xwezaya reng bi reng pezê xwe diçêrînin û wiha dewam kir, "Biharê ev der pir xweş dibe. Gelek kulîlkên reng bi rengî vekirin. Em jî di nav vê xwezaya sipehî û hewaya xweş da pezê xwe diçêrînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın