Tirkiye

Li Qersê mesaiya "panterên berfê" di nîvê hezîranê da kuta bû

Cüneyt Çelik  | 15.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Li Qersê mesaiya "panterên berfê" di nîvê hezîranê da kuta bû

Kars

 Li Selîma navçeya Qersê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, bi mehan e paqijiya berfê tê kirin û ekîbên ku weke "panterên berfê" tên pênasekirin, piştî ku rêya dawîn a zozanê jî vekir, mesaî bi dawî bû.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li bajêr ji bo ku bi taybetî zivistanê rê neyên girtin, timî li ser kar in.

Digel ku demsal havîn e û hezîran nêvî bûye jî, ekîb têkoşînê didomînin û herî dawî ji bo vekirina rêya zozana gundê Tuygunê yê li ser navçeya Selîmê, çûn herêmê.

Ekîban bi makîneyên kar va li ser 2600 mêtre raqimî berfa ku nêzî 3 mêtre bilind e, avêt û rê vekir.

Bi vekirina vê rêyê va rêyên girtî neman û ekîb şa bûn.

Operatorê kepçeyê Murat Yurdalanê ku di Îdareya Taybet a Bajêr da wezîfedar e, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, digel ku nîvê hezîranê derbas bûbe jî wan hê nû rêya zozanê gundê Tuygunê vekir.

Yurdalan daxuyand, ji bo ku welatî di her demsalê da tengasiya çûyîn û hatinê nekişînin, ew dixebitin û wiha dewam kir, "Ji bo ku tu kes mehsûr nemîne, em dixebitin. Welatiyên me wê derkevin zozanê, amadehî kirine. Di rêya zozanê gundê Tuygunê da berf hebû û me havînê rê vekir."

Yurdalan daxuyand ku demsal her çend havîn be jî ew di nav çil û çiyayên ku gul û sosinan xemilandine da berfê davêjin û rê vedikin. Yurdalan wiha dewam kir, "Ez dibêm qey vê gavê li Tirkiyeyê tenê ez berfê davêjim û rê vedikim. Ev tişt li Qersê ne xerîb e, aliyekî me havîn e aliyekî me zivistan e, em hîn bûne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın