Tirkiye

Li Qersê mamosteyan bî vîdeoyekê va bajêr dan nasandin

Mamosteyên li Dîgora navçeya Qersê wezîfedar in ji ber 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan vîdeoyek amade kirin û navçe dan nasandin ku vîdeoya wan gelekî eleqe dît.

Türkan Tosun  | 24.11.2020 - Rojanekırın : 25.11.2020
Li Qersê mamosteyan bî vîdeoyekê va bajêr dan nasandin

Kars

Mamosteyên li Dîgora navçeya Qersê wezîfedar in ji ber 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan vîdeoyek amade kirin û navçe dan nasandin ku vîdeoya wan gelekî eleqe dît.

Li bajêr mamoste ji ber Roja Mamosteyan hatin bal hevdu, cihên turîstîk, dîrokî û xwezayî geriyan.

Mamosteyan bi navê "Ji bo Mamosteyan Bibêje Dîgor" klîbek kişandin û strana "Navê Min Mamoste ye" gotin.

Ev vîdeo li ser hesabê medyaya civakî ya Qaymeqamtiya Dîgorê hat parvekirin û gelekî hat ecibandin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê ya Dîgorê Serkan Demir ji nûçegihanê AAyê ra got ew roja hemû mamosteyan pîroz dike û spasiya mamosteyên ku keda wan di vê xebatê da heye dike.

Demir got bi vê vîdeoyê va mamosteyan navçe û cihên wê yên xweş dane nasandin e ku ev karekî pir baş e.

Midûrê Dibistana Navîn a Turk Telekomê Ergîn Kutay jî anî ziman wan xwestiye ew ew balê bikşînin cihên xweş ên Dîgorê û ji ber vê wan bi mamosteyan ra vê klîbê amade kiriye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın