Li peravên Îzmirê 104 koçberên bêdestûr hatin girtin
Ji ber îdiaya qaçaxçîtiya koçberan dike şikbarek hat binçavkirin

Izmir
Li peravên navçeyên Dîkîlî, Çeşme û Menderes ên Îzmirê 104 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravê, agahî hat hildan ku boteke lastîk ya ku koçberên bêdestûr tê da bûn ji ber ku motora wê xirab bû li peravên Dîkîliyê di ro da çû û daxwaza alîkariyê kir.
Li ser vê, keştî û boteke Ewlekariya Peravê ber bi herêmê va hatin şandin. Ekîban jê 14 zarok, 32 koçberên bêdestûr ên di bota lastîk da bûn xelas kirin.
Li peravên Çeşmeyê jî di boteke lastîk da koçberên bêdestûr hatin tesbîtkirin.
Ekîbên Ewlekariya Peravê bot dan sekinandin û jê 3 zarok, 34 koçberên bêdestûr hatin girtin, kesek jî ji ber îdiaya qaçaxçîtiya koçberan dike, hat binçavkirin.
Li peravên Menderesê jî agahî hat hildan ku di boteke lastîk da koçberên bêdestûr hene. Li ser vê, ekîbên Ewlekariya Peravê çûn herêmê.
Ekîban bot dan sekinandin û jê 17 zarok, 38 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Piştî karên wan koçber teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr hatin kirin.
Şikbarek jî birin cem cendirmeyan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.