Li peravên Girava Qibrîsê bi lerza 6,4an erdhej çêbû
Ankara
Li Behra Spî li peravên Girava Qibrîsê bi lerza 6,4an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) di saet 04.07an da li peravên başûrê rojavayê Girava Qibrîsê bi lerza 6,4an erdhej çêbû.
Hat ragihandin erdhej 5,06 kîlometro di kûrahiya erdê da çêbûye û navenda erdhejê jî 134 kîlometre dûrî Anamura navçeya Mersînê ye.
Li ser medyaya civakî hat parvekirin ku ji bilî Girava Qibrîsê erdhej li Antalya, Mersîn, Hatay, Edene, Isparta, Burdur û Konyayê jî hatiye hîskirin.