Murat Ünlü,Erkan Yıldız
30 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2023
Li peravên Ayvalika navçeya Balikesîrê 60 koçberên bêdestûr yên ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî herin Girava Midîlliyê û ji hêla hêzên Yûnanistanê va ber bi aliyê Tirkiyeyê hatin qewirandin, hatin xilaskirin.
Ekîbên Ewlehiya Peravê piştî ku agahî hildan ku li peravên Ayvalikê di 2 kelekan da koçber hene, bi rê ketin.
Ekîb bi bota "KB-111" ya Ewlehiya Peravê va gihîştin herêmê, jin û zarok jî di nav da 40 koçberên ku ji aliyê hêzên Yunanistanê va hatine qewirandin xelas kirin.
Ji bilî vê, ekîban dîsa agahiyek hilda ku li peravên Ayvalikê di bota lastîk da komek koçberên bêdestûr hene.
Li ser vê ekîb bi bota "KB-115"yê va çûn û 20 koçberên bêdestûr yên ku hêzên Yûnanistanê ber bi aliyê Tirkiyeyê va qewirandine xelas kirin û anîn bejayê.
Ekîban koçber anîn Fermandariya Ewlehiya Peravê ya li Girava Cundayê.
Piştî dayîna xwarin, vexwarin, derman û pêdiviyên tenduristiyê ew şandin Midûriyeta Koçê ya Bajarê Balikesîrê.