Li paytextê ji ber barana gumrah seferên metroyê bi derengî ketin
Ankara
ANKARA (AA) - Li Enqereyê piştî taviya barana gumrah, di îstasyonên metroyê yên di navbera Yenimahalle û Navenda Çandê ya Ataturkê da asta avê bilind bû û di encamê da veguhestin bi otobusên rîngê pêk hat.
Li paytextê ji ber barana gumrah a duh, li ser hin kuçe û kolanan av gol bû û her wiha di trafîqê da astengî û biderengîketin çêbûn.
Piştî baranê, avê da binê hin rawestgehên metroyê û lewma sefer bi derengî ketin.
Di îstasyonên metroyê yên di navbera Yenimahalle û Navenda Çandê ya Ataturkê da ji ber baranê asta avê bilind bû.
Yên xwestin biçin xeta Kizilayê ya 15ê Tîrmehê, li îstasyona Yenimahalleyê peya bûn û li otobusên rîngê siwar bûn.
Ji ber zêdebûna kesên li benda rîngê bûn, di îstasyonê da qelebalixî çêbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.