Tirkiye

Li Ovacixa ku stûriya berfê digihêje 1,5 mêtreyî karê giran ê heywandaran

Sidar Can Eren  | 18.01.2022 - Rojanekırın : 27.01.2022
Li Ovacixa ku stûriya berfê digihêje 1,5 mêtreyî karê giran ê heywandaran

Tunceli

 Li Ovacixa navçeya Tunceliyê ya ku zivistana wê pir dijwar derbas dibe, heywandar ji bo ku pezê xwe av bidin û alif bikin, adeta têkoşînê didin.

Li navçeya raqim 1500 ya ku di nava çiyayên asê da dimîne û nifûsê wê jî 6 hezar û 533 ye, stûriya berfê gihîşt 1,5 metreyî ku ev yek karê heywandaran pir dijwar dike.

Heywandarên ku havînê diçin zozanên li çiyayên Mercan û Munzurê, gava zivistan nêzîk dibe vedigerin gundên xwe.

Heywandar di rojkurtikên zivistanê da sibehê zû radibin û diçin nav pez.

Heywandar her wiha ji lodê ya wekî piştî an jî bi xizekê giha dibin ser dirûngeyê.

Dîsa li gundê ku zivistana wê pir dijwar e, her ku berf dibare, şêniyên gund lekanan pê dikin û pê rêya kaniyê vedikin.

Mixtarê gund Aziz Kapar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Ovacixê her sal zehf berf dikeve û wiha dewam kir, "Barîna berfê ji bo me bereket e û gava nebare li vir heywandarî û çandinî jî dikeve tengasiyeke mezin. Ji ber berf û bagerê em carinan nikarin ji hundir derkevin. Her wiha gava berf dibare em ser xanî û avahiyan ancax di 2 rojan da paqij dikin."

Xwediyê bira bizinan Ali Îhsan Yetik jî diyar kir, her herêmek şertên wê yên demsalî cuda ye û li Ovacixê jî zivistanê bi mêtreyan berf dibare.

Yetik bal kişand ku navçe her demsal bi xwezaya xwe balê dikişîne û wiha got, "Bereketa vî memleketî berf e. Heke berf nebe, ber û bereket jî nabe, hilberîn namîne û xela dê çêbe. Vêga stûriya berfê dora 130 santîmêtreyî ye."

Heywandar Firat Înceoglu jî got, ji bo ku teserûfa alif bike, ew carinan bizinên xwe dibe nav daristanên darberûyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın