Tirkiye

Li Orduyê otomobîlek û tankereke sotemeniyê li hev ketin: miriyek

Di qezaya li navçeya Perşembeyê da ajokarê otomobîlê Mustafa Ambar mir.

Önder Beyter  | 22.01.2019 - Rojanekırın : 22.01.2019
Li Orduyê otomobîlek û tankereke sotemeniyê li hev ketin: miriyek

Ordu

ORDU

Li navçeya Perşembeyê ya Orduyê di qezayeke trafîqê da kesek mir.

Li gorî agahiyê, otomobîla ku ajokarê wê Mustafa Ambar û plaqeya wê jî 52 LP 029 e û tankera sotemeniyê ku navê ajokarê wê hê diyar nebû û plaqeya wê jî 34 KDN 98 e li tanga taxa Çeşmeonuyê li hev ketin.

Di qezayê da ajokarê otomobîlê Ambar li ciyê bûyerê can da.

Cesedê Ambar ku di wesayîtê da asê mabû û bi destê ekîbên îtfaiyeyê hat derxistin, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Orduyê.

Ji aliyekî din va jî rêya Perşembe-Bolamanê ji ber qezayê qedera saetekê girtî ma.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.