NÎAMEY
Li Nîjerê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de li başûrê rojhilat welat bo demekê qedexe danîn ser xêliya ku bi temamî rû diniximîne.
Waliyê Dîffayê Yakûba Sûmano Gao di daxuyaniya xwe ya li ser radyoya dewletê de diyar kir ku li başûrê rojhilat heya ku dawî li operasyonên li dijî Boko Haramê yên digel Çad û Kamerûnê neyên ji ber sedema ewlekariyê xêliya ku bi temamî rû diniximîne ji bo demekê hat qedexekirin.
Boko Haram gelek caran êrîşê bajarê Dîffayê yê li ser sînorê Nîjeryayê dike.
Herî dawî rêxistinê di 12 tîrmehê de li Dîffayê avêtibû ser girtîxaneyekê û di encama êrîşê de gardiyanek miribû û 3 êrîşkar jî hatibûn kuştin.
Beriya niha Kongo, Çad, Kamerûn û Gîneyê jî bi hincet ku bi temamî rû diniximîne, xêlî qedexe kiribûn.