ANKARA
Li Golbaşiya navçeya Enqereyê qezaye trafîkê çêbû, di encama qezayê de 5 kes mirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tirîmbêla ku şofêrê wê Îbrahîm Koçak (23) û plaqeya wê 06 SED 48 bû li nêzî Ahîboza li ser rêya Golbaşi û Konyayê di kîlometreya 30emîn de, bi wesayîta ku şofêrê wê Celal Y. û plaqeya wê jî 42 JC 220 bû li hev qelibî.
Di qezayê de Omer Koseoglu, Koray Demîrel û jineke ku nasnameya wê nediyar e cihê bûyerê da mirin.
Di qezayê de Îbrahîm Koçak û Gokhan Kara giran birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hasvak a Golbaşiyê û Nexweşxaneya Gaziyê. Lê her dû birîndar jî nehatin xilaskirin û mirin.