06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê li 4 taxan qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya qaymeqamtiyê, ji ber bûyerên terorê û ji bo can û malê welatiyan were parastin, asayîş û hizûr were temînkirin li taxên Abdulkadirpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehirê 6 berfanbara 2015an roja yekşemê ji saet 07.00î pê va heta daxuyaniyeke duyemîn qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo can û malê welatiyên divê li gor qedexeyê tevbigerin, ev girîng e.
Beriya ku qedexe dest pê bike, hat dîtin ku hin malbatan taxên navborî terikand.